Em li guhera keserê cirîtê dilîzin
Zûde zayînî ya xwe tijekirî ye
Ew sergerde yén kewijî.
Xwîna kelî
Şeva dihelî
çavên min
mîna dêlgurek cewrikê xwe wenda kiriye
li te di zûrin Gulperî.
Li xwe di ponijim
Di lolijim
Ez péşeroj kujim…..
Çar çahlén dilé xwe,
bi pahpûşkén xwe yé zengarî
dikolim,diholim û dinalim
jibo qesra te xezalé
lé ez ne ji te re dibim
ne jî ji xwe re û ne jî ji xwedé re...
vê kélîyé bé pişik
Qirnekî di pêşiya şevê de direvi
Xulmaşîbûn a min...
Kayıt Tarihi : 11.4.2010 23:13:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!