ne kenê te êdî
di nîgaşeyên min de hiltên,
Ne jî bi bîra nîgaşayên min de tê
kenê te.
Zelalbûna demê kostek qetand
derya şolî bûn
Buhar gurî bûn
Bi serde
Payîz ketiye teşqela biharê
Ji parde pilî û pirtiyê xwe
daye hev ew daxwaziyên xort.
Nûha qalik girtî ye ew gazinên te yên
Ji dûrî yê re lêv dadiliqandin.
Min dizanîba veqetin heye Gulperî
Min dizanîbaya
Min ê agir bi konê ereba xista
Min ê agir di stûna hefta re derxista
Min ê porên te bi xwîna xwe bihûnan da
Û li hêwana dilê xwe
bi dirêjbûna temenekî min ê raxista.
Saet çarê destê sibêhê ye,
Dem cardin ji cixara xwe veduxwe
Pîra hût di delavé birka şeveqé de
çargav guloka şevê hildike.
Xwedêyo di vê demê de xew
Zîpik zîpikî belavdibû li wechê Gulperî yê.
Razê Gulperî razê
dê miradê destê min û porên te
bihevgihînin xewnên şînhênik.
şev birînén min xwê dikin
ewqas utopîkin ji rojé re…
mîna keftaran bihevdikevin
û zîval zîval dikin tîrojén rojé.
Bi çénî û pénîyén xwe dikevin
Har dibin
Déhn dibin
şevé dadibelihînin.
Robîn ŞERNA
Robîn ŞernaKayıt Tarihi : 12.4.2010 22:21:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!