bêyî te
li dûrî hesretkêşiya te
li xerîbistanê
xweşikiya rûyê sal û demsalan
qurmiçîn
pelên guliyên dara hêviyê
weşiyan
baskên çûkê dilê hejar
şikestin
rengê çîçekên şadiya rojan
çilmisîn
bêrîkirin
li ber tava rojê
cemidîn
ava kaniya jiyanê
miçiqî
bêşansiya temen
bû taca serê min
li pey gera te
rêya kelem û striyan
ket para min
ji ewrên reş
xwelî û xubar li ser zeviyên kesk
barîn
gotinan wateya xwe
di ferhenga demê de
winda kirin
hestên şên û şeng
di axîna xewên şevistanan de
qurifîn
gewriya min
di keservedana bayê felekê de
fetisî
wêneyên albûma bîranînan
zerikîn
ez
di şopa sewdaya te de
bûm derwêşê çolistanên
bêveger
li nav toz û dûmana har
li tayek porê te ya gulgulî
digerim
di nedîtina bedewiya bejna te de
kal bûm
di çirûskên awirên te yên melûl de
heliyam
di xwendina ayetên sebira xwe de
gunehkar bûm
di tunebûna te de
li tenîşta balgiya te ya bêhnqurnefilî
radimedim
payîn bû tîra bêbextiyê
û di kezeba min re çû xwarê
ez bûm qurbanê ber devê
xençereke tûj
di tunebûna te de
dengê xumxuma şîpa biharên şîn
hat birîn
stêrkên asîmana sayî li eniya xwe
reşgirêdan
bilbilê baxê hezkirinê
di awaza nalîna berbangê de
lal bû
di tunebûna te de
li meyxaneyan
araqa tenêtiya kambax
dinoşim
noteyên muzika şahiya dîlanan
berbabûn
têlên tembûra bêxwedî
zeng girtin
minafiqan kemîna qehpik
li pêşiya arzûyên perîşan danîn
were
ken û girînên te ji destê min girtî
ji nû ve li min vegerîne
kul û birînên xedar
bi dermanê lêvên hingivî
bipêçe
li ser gulgenimên qedera min
peşkên barana evîna xwe
bibarîne
li şevereşên xewle
bibe finda heyveroniya
xewnên newêrek
giyanê westiyayî
li ser doşeka qefesa gewr
vehesîne
qêrîna dergûşa nava min
li ber pêsîrên xwe yên nermik
bihewîne
û bi henasa xwe ya germik
xilmaşiya roniya çavan
ji ser min birevîne
2015-01-24
Stockholm
Kayıt Tarihi : 27.2.2016 22:22:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!