Bi mehan û salane
Berxwedana gelane
Azadîya bindestan
Wek evîna dilane
Hewara me Kurdane
Tevkujîya gelane
Ji bo azadîya me
Meşa jin û mêrane
Serdestîya şêrane
Têkçûna neyarane
An mirin an heyîne
Barê gelan girane
Kesên razan xew rakin
Koma gelan berhevkin
Welat jiyana gele
Gulên welat bir nekin
Qirîn, qajîn, şemate
Axa welat qîmete
Hemû zarokan şakin
Azadî jî rûmete
Nen text e ne jî bext e
Şevan, rojan me zext e
Hevalno berxwebidin
Wext jî me re ev wexte
Mehmet Çobanoglu
21.10.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.10.2019 23:53:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!