Dilê min şên nîne, dewran xweş nîne
Her roj bi her şevan, dil dinalîne
Gulpikên çiqilan bi tev weşîyan
Biwîçîne bilbil, kûr bikelîne
Dilo ber keseran, ji min xwêdane
Kozir e, sotin e, agir berdane
Dem sur û seqem e, berf û dûxane
Lo nalîna dil e, dil ber derdane
Bihezaran her roj, li min qîrên e
Dil û gurçikê min bi tev şewitîn
Goşt û kezeba min, can û dilê min
Mîna gulên bêwext, bi tev qemitîn
Ji min xem dikişe! Wek çem, robaran
Destê min bigire, dost wext ne wexte
Gonce bêçare bûn, bilbil dinalin
Ey dost, lo malava, felek bêbexte
Dost ji ber van xeman dil min nivî bû
Lo dilo wax dilo, dilê bêçeran
Ne gul û ne şitil, ne jî hêlîn man
Ew gulên ku şîn bûn, dan ber xençeran
Dilê parçebûyî, ev dilê min e
Xem ket nav dilê min, ji ber derdane
Biwîçîne bilbil û elem, elem
Bilbil derdê te jî tev serîdane
Mehmet Çobanoglu
28.13.2022
İstanbul
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.12.2022 15:16:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!