Guleke Sor Li Çepê Min

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Guleke Sor Li Çepê Min

Delalamin, çavraşamin gulek’e sor li çepê min
Rengê ser jî reng rengîne û mina ala welatê min
Gule min ket birîndarim welat germa nav dilê min
Xwîn min diçe pir gewez’e dara merx’ê ber serê min

Ez şervanê ser van çiyan, ser min de berfe û baye
Paşilamin de ala me ye dilê min de welat heye
Xwîn min diçe çem û kanî bin serê min de kevire
Ez bimirim pakrewanim ez bimînim ez hevalim

Hina destê min xwîna min, gula min ket gustîla min
Ez dozvanê azadî yê ez welat me dixwazim
Rast û çep ser min agire ev şerekî zor girane
Rizgarîya gelê me jî nîşana berxwedana min.

Bi ez lawê we Kurda me nav gelî û neweladan
Ser çiya û banîya de tev hevelên şoreşgeran
Rizgarî jiyana gelan hindik ma berbanga me re
Hewlêr, Wan jî bajara me, em welat nadin neyaran

Megrî daê tû megrî birîna min pir girane
Gulek’e sor li çepê min, welatê me Kurdîstan’e
Berxwedan bo me re rûmet, xwastinê me welate
Hewldan, dijrabûn û hêvî bo gelên Kurdan jiyane.

30.01.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 1.2.2011 13:49:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Salim Erben
    Salim Erben

    güzel paylaşımınız başarılı çalışmalarınıdan dolayı kutlarım nice paylaşımlarda buluşma dileğimle

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu