Ey! Gûlan
Kûlîlka mezra botan
Qibleha dilê zarokan
Stargeha bindestan…
Tû çûyî
Mezra botan di bin dagirkerîyêda ma,li wir kûlîlk neman.
Zarokan qibleha xwe şaş kir, bûn rêwî wenda
Bindest bê stargehin, man li kolanan
Ey! Gûlan
Ji nû ve vejîna kûrdan
alaleya çîyan.
Tû dibînî
Jehra te li her alîyêmin gerîyaye, bûme jehrî
Tû nêyî ezê ji kerban bibim mirî
Xwe li goristana dilê te têxim binê wî erd î
ma qey tû nizanî
Jehrî bûme jehrî!
êdî dem hatîye gûlan
Fermo were
Bikeve qeraxa rê were
Berê berbangê were
Bi rondikan were…
Kayıt Tarihi : 26.5.2023 20:18:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!