Gula Şevanî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2565

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gula Şevanî

Tu hinara baxanî
Gul sosina çîyanî
Bê te sebra min nayê
Tu bedewa Kurdanî

Tu rojî, ronahî yî
Stêrka nav şeva yî
Tu rengê kulîlkanî
Evîna bo dila yî

Tu ne dillê rezîlî
Tu kewî tu xezalî
Ji kêfa min te re tê
Tu wek ava zelalî

Tu ji min dûr nekeve
Mîna çiran vêkeve
Bê te cîhan tarî ye
Ji berva min rêkeve

Tu ji bo min evînî
Mîn re gula şevînî
Dil ez bi te germ dibim
Wele bile havînî

Mehmet Çobanoglu
16.08.2018
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.8.2018 13:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu