Gula Reben, Gula Bêkes

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gula Reben, Gula Bêkes

Bilbilên li ser şaxên gul nemane
Lo dilo! Gelo ev çito zamane?
Bi axînî û fîxan ketiye gul
Gul re berf û baran, mij û dûmane

Gul û şaxan xeman diherimînîn
Ax çiqilên gul de dil diqelİnîn
Wax gul û şaxan de eşq nehiştîne
Lo dilo! Her şaxên gul bêbilbilin

Di birînên gul bi wek birînên mê
Xweşînî ya hêsiran li gula tê
Gul û çiqilan de bêbilbil nemane
Xemgînîya gul ketye nav dilê çê

Li gul helhelan e, heyam pir sare
Bilbil gul re dil e, gul re zar e
Gul bi evîna bilbil dîwane ye
Bilbil gul û şaxan re eşq û yare

Gula reben,gula bêkes te xeme
Heyfa te, kedera te li wek çeme
Ji bo bêbilbiltî yê dîn û bengînî
Îske îsk te ketîye, li min şerme

Mehmet Çobanoglu
25.08.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.8.2019 16:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu