Gula Min jî Şîlan e Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gula Min jî Şîlan e

Evîna nav dilê min, ne kelemên gulane
Gul, gulpik vedidin, gula min jî şîlan e
Tim diçûrske kozire, evîna dilê min e
Ev lerza nav dilê min stêrkê şeva min e

Derdorê min welate, dilê min de evîne
Jiyaneke bê evîn mîna nan ê tîsîye
Gul-gulpik gul vedidin nav de bilbil kêf dibin
Ewîna nîştimanî wele, bile mezine

Dil sermesta evînê; ez hêvîya havînê
Bê gul tu jîyan nabe, dil jî bê evîn nabe
Ez dildarê evînê, welat mîna gulane
Gava welat tunebe, jîyan, evîn mirine

Ez dixwazim darşîlan li nav axa Serhed e
Ez gorî tirba wan tim ser warê Botan e
Ew tu nayên bîrkirin yek Mem e yek jî Zîn e
War jî min re dilketî welat jî Kurdîstan e

Mehmet Çobanoglu
14.02.2014
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.2.2012 00:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu