Gulê meşîya bêrî yê
Şara gewez ser enî yê
Pir bedewe û şêrîne
Şivan maye li hêvî yê
Gulê kubar û delal e
Her dem keda wê helal e
Çavên wê jî pir balkêşe
Mîna çeman tim zelal e
Gulê de gul xweş vedane
Biskên xwe jî tev berdane
Dil tenik û dilovane
Singa wê de zîv gerdane
Gula delal gulî reşe
Li lêvan de kenên geşe
Demena wê gulgulîye
Mîhyan, pezan xweş didoşe
Gulê keça Êzî de ye
Bêrîvana zozana ye
Cîwan li dorê digerin
Sewda hemû xorta ye
13.01.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 13.1.2016 20:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!