Gula Dilê Min Şêlandin

Mehmet Çobanoğlu
2668

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Gula Dilê Min Şêlandin

Gula min jî min bû birîn
Per û baskê wê hat hêran
Dil şewitî ez çi bikim?
Derdê min jî derdê giran

Ev kesera min zehf kûr e
Hatin min dan li ber şûran
Li rojan e, li şevan e
Wext jî li min tev bû wêran

Felek tu min çi dixwazî ?
Qeda, bela ket derim min
Gula dilê min şêlandin
Lo pêçandin çar dora min

Berf dibare û wek pelan
Şeva tarî min qelîbi
Goştê canê min qefilî
Çiqa zor e ev xerîbî

Ez nexwaşim û dinalim
Felek dixwaze yarê min
Bi heta roja mirinê
Dest nevêjin evîna min

Mehmet Çobanlglu
27.03.2025
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 27.3.2025 17:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!