Ez gul im gula zerda me
Ez dermanê her derda me
Qedrê min her dem girane
Ez keç im keça merda me
Ez gul im gula baxa me
Li ser gulî û şaxa me
Ez gula sor, gula zer im
Ez bedewa her çaxa me
Ez gul im gula tapan im
Dîdara hemû xortan im
Awirê min her dem derman e
Ez keç im keça gelan im
Ez gul im gula Botan im
Ez kulîlka ser xetan im
Min re bêjin keça Kurdan
Ez evîna her xortan im
Ez gul im gula pala me
Ez ronahîya mala me
Eşqa min welat û ax e
Ez evîna nav dila me
Mehmet Çobanoglu
15.05.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 15.5.2020 15:54:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!