Dêwran diçe, dem derbas dibe.
Tu ji hişê min dernakeve.
Ez wek kulîlkek di nav berfê de şîn dibim.
Ez bi tenê me û stûyê min xwarê.
Ez ji sermayê dihejim.
û tu qet nehatî hêwara min.
Ez gula berfê me!
Ez çawa dikarim bi sermayê bixapim?
Ne jî ji tenêtiyê re.
Ez gula berfê me!
Ez li benda te me.
Helbet rojekê şaxa min bigiri.
Wê demê zivistana min ji min re bibe havîn.
Û dilê min germ bibe.
Kayıt Tarihi : 19.1.2024 01:15:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!