Wax xezalê, min nalîne
Dildaîya dilê min e
Xem û qeda min zêde bû
Ev şîn û zelûl ya min e
Wax xezalê, min dûxane
Min barane,zivistan e
Gula baxê min weşîya
Jiyan min re gorîstan e
Wax xezalê, min fîxane
Çavê min de xwîn dibare
Bilbila min bêgul ma ye
Min re toz min re xubare
Wax xezalê, ey sebra min
Zilm li ser min de dibare
Tu min re hêvî û hêzî
Jiyan min re barebare
Wax xezalê, dildara min
Min şewat e, min tofane
Gula baxê min weşîya
Her der min re zivistane
Mehmet Çobanoglu
11.07.2019
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.7.2019 15:58:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/07/11/gula-baxe-min-wesiya.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!