Çavreşê gula minî ronî ya her çavê minî
Delalê ez heyrana bejna te me
Dildayî ya xûy ya te me
Ez ji bo te çem,û newalim
Tu min re zozan, gulîstanî û biharî
Ez esman tu jî tim stêrkî şemla xwe didî li ser min
Tu min re ronî yî dibiriqî, ez emrim tu jî jiyanî
Ez axim tu jî bo min baxî
Ez bilbilim tu jî min re gulî
Dêmên te pir xweşikin tu ji min re diyarî û xelatî
Navê te evîn hebûna te havîn e ez bê te najîm
Heke tu min bawer nekî ji ba min herî
Tu ji min dûrkevî
Roja min bê te ê bibe tarî
Dilê min jî bo te ê bişewite
Ezê ji bot e pir kûr kûr binalim ezê ji bo te bimirim
Nebe bêrîna dilê min bibe dermanê derdê min
Bibe gula baxçê min
Bibe yara dilê min
Bibe rêz ê helbestên min
Tu ji bo min dil û canî tu ji bo min hes û bo min hezî
Çavreşa min delalê eşqa te ji min re pir xweşe
Mîna keda çotkaran
Mîna rengê gulan
Mîna sewta qulungan
Û mîna dengê çeman
Mina axa nav welatê me
Ez gelekî te hez dikim bi qasî hêvî yên di nav dilê gelan de
01.07.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 1.7.2016 15:15:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/07/01/gula-baxce-mini.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!