Gul Bi Evîn Wekhevin Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gul Bi Evîn Wekhevin

Berf û baran dibarin
Pelên gulan geş nebûn
Ez xemgînê gulan im
Dar bi gulan şên nebûn

Li qey ev dem xopan e
Roj digirî şerman e
Ez xemgînê gulan im
Gul qerisîn serman e

Bahoz lêxist gul hûr bûn
Qêrînî ket nav zeman
Ez xemgînê gulan im
Li vê tax ê gul neman

Ji baranê bêkêfim
Bêdeng im û pir haşim
Ez xemgînê gulan im
Ji ber derdan nexweşim

Gul bi evîn wekhevin
Ez evîn, gul daxwazim
Ez xemgînê gulan im
Berf û baran naxwazim

Mehmet Çobanoglu
19.04. 2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.4.2023 12:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu