Bazinên zîv zendan de
Çentê sor jî milan e
Bişkokên sîngê vebûn
Navê wê jî Zîlan e
Min ew govendê de dît
Xwe ji nehat li ba min
Bi govend e, dîlan e
Ew roniya çavê min
Xwe gul e, xwe kulîlk e
Ew qîza Kurdistanê
Govend giran dizvire
Wek tekerê kotanê
Govend girtin xermanê
Dîlana bûk zava ye
Benda wê me vê danê
Zîlan xwîşka zava ye
Keçên me wek şêranin
Dozvanin û şervanin
Gerdenî ya Zîlan'ê
Tevda morî mircanin
Zîlana hat ket govendê
Porê lê gungulî ye
Sergovend ê de ew e
Dengê wê zengilî ye
Hey canê ez qurbanê
Wele te naxapînîm
Govend e ha govend e
Wele te dişopînim
Mehmet Çobanoglu
18.06.2024
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.6.2024 13:14:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!