Lê yar,tû ser min re derbas nebe û neçe.
Li ber te deşt û çole,çavên te kor bîne.
Dilê çole de,birûsk li asimanan didin.
Ba li dora xwe digere, we kî derya yek din.
Toz û xubar radike,dinya te bibe tarî...
Lê yar,tû ser min re derbas nebe û neçe.
Roĵe rûyê xwe tirş kiriye,dê ewr dabeşine û baranê bibarîne.
Asîman biĵangên xwe şil kirine, çavên wi li ber girînêne.
Tu yê bin baranê de bibe av,nexweş bikevi,tu ê razêyi zindanê livinên sar.
Tu loqmanek tune ye dermanekî germahiye bedena te binivise,te ji vî hali rake...
Lé yar,tû ser min re derbas nebe û neçe.
Dar sî nade,binê wê weki ağır ê cehennemê
Behre mewcên xwe kişandîn,deng naye ji çengen wê.
Bayê meltema min ne be,dê çawa leş û canê te henik bibe?
Ji ber aşqamin, zivistanê fistanê xwe yê spi cemidî avet.
Keftanê kesk û bihare li xwe kir,denge kulîlkan li zozanan geriya...
Lê yar,tû ser min re derbas nebe û neçe.
Ez nebîm,hîv dimire;roĵ diçilmise û stêrk xwe winda dikin.
Ez ji ruhê te re bibêjim,vê cîhanê de tu kes nikare weki min ji te hez bike.
Qeder,destân xwe,bîavêĵe ser milên me.
Kenê qederê,di erdu ezmân deng vedidin û nekanin kerr dibin...
Edremit.
Saliha Ravza Olgun
Kayıt Tarihi : 29.1.2026 22:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!