Givar givar givarê,gula warê Şewanê
Tu rindî zehf şêrînî lêlê lêlê lê esmerê
Bejn bilindê ziravê,laçik sorê qemerê
Tu rindî û bedewî,keça Kurda Xezalê
Were were qemerê heta gera ber malê
Îro şahîya gelane canik were govendê
Dengê zirna,defane keçê têkeve reqsê
Dîlane xweş dîlane,wele cejna gelane
Givar givar givarê bangî jina,mêra ke
Laçiksorê qemerê,gazî qîzan xorta ke
Evîna dilê me gelan alarengîna me ye
Kesk û sor û zera me rûmeta Kurda ye
Givar givar givarê keça Qersê tu were
Lê nazikê kubarê xwanga me de were
Serheldan,berxwedane azadîya gelane
Were wer û were qîza Kurdan tu were
Givar givar tu givarê tu Xezala gelanî
Lê qemerê tu nazikî tu keça me jêhatî
Pir rindî pir delalî dikeve tev govendê
Tu leheng û dozvanî şoreşgerê Kurdanî
07.08.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 9.8.2009 17:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)