Gelî şêx û sofîyan ma bi wird û bi zikir
Gelo zulim radibe hinekî ka bifikir
Ne rêbere pêxember, wî çi dikir li Bedir
Bi tekbîr û selewat ma wî qe şer nedikir.
Gelo kê fetih kire, kî ajote ser Heyber
Ma çiye ew Huneyîn, kî ji fethê ra rêber
Çi digere sehabe , li Rom û li Îranê
Gelo kî Misir girte, hukum danî cîhanê
Lê ez li te dinêrim, te rakiriye cîhad
Tu bi wird û bi cizbê, cîhanê dikî âbad
Rojekî tu li Kabê, rojekî li asîman!
Carna di bin erdê da, carna jî li ser çîyan!
Bi def û bi elbanê, digerî li aleman!
Ji xwe kerametê te, guherandîye cihan!
Tu binêre li Cihud, Qudsa şerîf girtîye
Muslimana dikuje, ruh û can jê birîye
Emrîqa talan dike, axa me muslimanan
Qur’anê perçe dike, davêje tim ber pîyan
Rakiriye xîlafet, evê rejima xwînxwar
Kuştin alim û mela, avêtin zîndanên sar
De ka rabe ey murşîd, ka rabe qutbê zeman
Tu binêre li kufrê, zeft kire erd û esman
Wexta hukmê te hate, bîne tu kerametan
Bira kafirên namerd, bigrin ji te ibretan
Tu jî wek Elîyê şêr, bilind bike Zulfîqar
Ji ber derba şurê te, dijmin bike zare zar
Destê xwe bilind bike, agir jor da bibarîn
Tanq û topê dijminan, deryayê da birejîn.
Bi yek sewt û qêrînê, bajaran bike wêran
Li ser dilê dijmin xe, pirr êş û derbê bi jan
De ra be xwe raweşîn, weka baz û pilingan
Bi sutyê dijmin bigre, têxe nava gulingan
Lê ez li te dinêrim, tu tim para direvî
Gelo çi buye li te, tu bê ziman û devî
Hukmê te derbas dibe, lê tim li me feqîran
Tim devê me xwar dibe, ji ber wan kerametan
Em nedin te zikatê, wek weris tên badandin
Wê li her du aleman, çavê me bê derandin.
Tu ji me ra nexwînî, eger ku dewra salê
Ji xwe em xelas nabin, ji sicîn û newalê
Ger bav û kal bimire, em nedin te isqatê
Emê bibin mar û mişk, li wejîn û xîlqetê
Bese ev dek û dolap, bese ev xax û derew
Gelo ma hun nahêlin, em şîyarbin tim ji xew
Binêre şêxê delal, tiştê dibêy ne dîne
Ji bo nafeta dinê, derbê li dîn nexîne
Ji bona van fêlê we, ji dîn sar bu gelek kes
Dev davêjin dinê me, ehmaq û kesên teres
Bi elbanê û cizbê, tî û birçî têr nabe
Bi şaşik û bi cizbê, der û doran xêr nabe.
Binêre şêxê delal, li şêx Seîdê pîran
Girt bi rêya pêxember, hezande erş û cîhan
Li Ameda şewutî gava ew xeniqand e
Bi çil û heşt aliman, wan dewran digerand e
Dinê di serê xwe da, hun ji me ra nekin dîn
Urf û edetên dinê, li nav dînê me nexîn
Ji Muhammed Mustefa, pêvtir nas nakin serwer
Xêynî Qur’ana pîroz, tune ji me ra rêber.
Wî pêxemerê mezin, got ez ji wer dihêlim
Bi çar desta pê bigrin, bikin rêber ji xwer tim
Pêxwas dibê terk bikin, van qal û qîlê betal
Ger bigrî bi Qur’anê, nabe ji te qe sewal
FİKRİ AMEDİ
http://fikriamedi.blogspot.com/
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:16:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Fikri Amedi](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/01/07/geli-sex-u-sofiyan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!