Gelê Me Her Bijî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2564

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gelê Me Her Bijî

Ev berxwedan, ji me re an mirin an hebûne
Bo me Kurdan an koletî an jî azadî ye
Ev şerê dijwar, me re an hebûn an nebûne
Vê sondê vê qesemê, binketina Rom’ê ye

Sedsalan e, dinya me Kurdan re tim zîndan e
Geh xwîn e, geh ezab, geh jî me re tevkujî ye
Duh Dersim, Helepçe îro jî me re Efrîn’e
Diqîrîm û diqajim tişteki nebûyî ye

Dîsa bombe dibarin, disa me re şîwane
Li me xem û keser e, şerekî pir girane
Ev fermana Kurdan e, qira me gelan e
Gelê Kurd ser piyane, dengê jin û mêrane

Bi bomban û teyaran êrîş dan ser me Kurdan
Em zincira dişkênin, destbendan xelas dibin
Şeva tarî jî qedîya, êdî roj tê xuya
Tim welatê xwedî bin, em dil û can dilgeş bin

Em bi çiyan-deştanin, em doza xwe didomin
Em zaliman natirsin agir, xurî hebe jî
Berxwedana me gelan, rûmet û şanazî ye
Şer dikin şervanê gelê me, gelê me her bijî

Mehmet Çobanoglu
30.01.2018
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.1.2018 16:57:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu