Gelê me Belengaz Şiiri - Brifkani Lawkex ...

Brifkani Lawkexizir
56

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Gelê me Belengaz

Gelê me belengaz, gelê me jar
Me tew beran welat, dî û bav û zar
Gotin bê faydaye, em bûn bêdar
Were dilê were ba me
Ji çavên me hêstir bare

Derdê mezin, kûr û giran
Wenda bûne tew dost û cîran
îro yarek maye, ew jî Qur'an
Were canê were ba me
Ji dilên me evîn bare

Ji me'r pir dûr e serfirazî
Daxwazyame ye Xweda be razî
Bihûşt xêr tire, ger dixwazî
Were gulê were ba me
Ji esmanê rehmet bare

Edene - 01.01.2013

Brifkani Lawkexizir
Kayıt Tarihi : 10.10.2013 14:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Brifkani Lawkexizir