Gelekî hebû jéhatî û mér,
Axa wan zengîn tevî zîv û zér.
Li ser vé axé bi hev nekirin,
Bi hevdû ketin qismek jé mirin.
Bi halana dij kirin li ser hev,
Hev talan kirin bi roj û bi şev.
Ji şeré wan re tunebû sebeb,
Ji dé û bavek ewin yek celeb.
Li hev kişandin sîlah û çaqo,
Hev serjé kirin bi kérekî ko.
Jinén wan bî man zarok jî séwî,
Ji eşîrén din dixwestin hévî.
Eşîr bi hev ket mér hatin kuştin,
Kesén direvîn ewan bé piştin,
Ev qewmé nezan qirra hev anî,
Ew qewma kurd bûn tu pé dizanî.
Şeré wan kudand bi meh û salan,
Neyaran li wan mal kirin talan.
Hişén wan paşé hatibû serî,
Gazin ji hev kir wan xwelî’l serî.
Gotin şeré me gelek şaşitî,
Nav xwe de em çébikin aşitî.
Aşitîya wan kudand çend salan,
Neyar ‘l wan anî keys û fesalan.
Gundé wan sotand der kir wan ji cî,
Kesé li wir man bûne qorûcî.
Tevgerek çé bû bi navékî gel,
Şerek dest pé kir bi kevir û şel.
Jehra kimyevî ve ew gela mird,
Ji wî gelî re alem digot kurd.
Welatek heye dibén kurdistan,
Ji vî gelî re bûye qebristan.
Baweryam ewe pişt mirin jîn e,
Sur a dijmin wé heşra me bîne.
Kurd rabûn'j qebré heqé xwe dixwest.
Bîn li wan çikand, li wan reng guhest.
Gotin em ne dîn ne jî kerr û lal,
Em kuré Kawa û Rostemé Zal,
Em heqparézin ré ya war û dîn,
Dest bi tivinge, pé’d rikéfa zîn.
Wek selahedîn kurd rabûne şa,
Meydan dixwezin ji sultan û şa.
Çiya û banya de ew qet nahewin,
Xew li wan borî lé çav bé xewin.
Dijmin hériş kir bi top teyare,
Kurdan azadî’j xwe re kir 'ar e.
Natirsin'j kuştin terin ser neyar,
Bi wan vedidin wek meré teyar.
Ji kuştina me hûn bûn mistefî,
Bi aşitî ev doz dibe safî.
Soran û goran kurmanc yek milet,
Ji bo çi em jî nabine dewlet.
Navé me kurde welat kurdistan,
Kurdistan azad’b wé bib gûlistan.
Hüseyin Türk
Hüseyin TrkKayıt Tarihi : 8.1.2011 13:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!