Her havîn, di pazdehê gelawêjê de li Kendeqolê,
yên asîmanan diqelêşin, ne xaliyên ecêm in ên çîrokî.
Di her pazdehê meha gelawêjê de balafir
har dibin bi bombebaranan.
Her havîn, di pazdehê gelawêjê de li Kendeqolê
candar û necandar di taziyê de ne.
Dayek ji konmalê derdikeve ku, ripîreş li xwe kirine.
Li paş malan, li banê du qirik xwe didin ber perwazan,
rengên wan spî dimên li gorî reşgirêdana dayikan!
Her havîn, di pazdehê gelawêjê de li Kendeqolê
siruşt diqerise bi guregura balafirên bomberdûmanê.
Li vir; gelawêj qîz in, li pêş waran radiwestin,
bi tiliyan heta pêncan, dehan... dijimêrin
Lakîn kuştin, şewat û ziyan bi tiliyan nayên jimartin!
Gelawêj reş hiltên li Kendeqolê!
Her havîn, di pazdehê gelawêjê de hesab ker û lal dibin,
hejmar xwe jehrewî dinivîsînin di rêza sihan de
Ev ne şîfre ye, jimara kuştiyan e bêzabitname,
jan û jimar teqrîben tên neqilkirin.
Balafir û bombebaran; zar û zêç, jin û mêran pirs nakin,
hewager û gulebarandin wanî hatine danasandin.
Her havîn li Kendeqolê,
di pazdehê meha gelawêjê de her tişt reş tên jimartin.
Li Lolanê, heft stêrkên perwînî tên xwarê;
li ser çeman, ji serî de hetanî lingan kevokên qîlreş,
sih hêstirkên bêguneh bi avan re berdidin ji çavên xwe.
Di vê satê de stêrkên perwînî bê bask dimînin,
sî carî navên kuştiyan hildinin û li xwe dikin
Dor bi dor ziyaret dikin qul û qewarên Kendeqolê.
Sewta Berbangê
Abdullah KarabağKayıt Tarihi : 21.8.2008 16:28:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!