Min negere
Ez ji te durim
Nikarim vegerim
Min bîrîya awirên te kirîye
Nêrînên te de ez mehkum
Wek bedewî yên çolistanê
Doza avê dişopînim
Evîna min Alamut’ê de girtî
Ez fedaî yên Seyduna
Sira min kes nizane
Ne Laleş
Ne Kabe
Ne jî Kerbela
Mabedên ji agir de
Liser kevalber a
Navê te dinivîsim
Ji dexesîya evîna me
Ararat u Sîpan hilweşîyan
Dîcle u Firat ziwa bun
Lê min ji tere got
Ez nikarim vegerim
Guh bide gazîya min
Li min negere…
Kayıt Tarihi : 3.1.2013 10:50:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!