GAZİNDE
Gava te nabînim,perr û baskê min dişkên
Demsalên min situxwarin,gûl li ba dil dibe kûl
Ez bêhed melûlim û melûl dertên sewt û awazên min
Gava dîsan mîna berê li ser text ku te nabînim.
Xembarî toveke bêsiûde mixabin
Reşandîye li ser deşt û berîyên axa me,
Pê dizanin baş,xencî xiyanetê kesî nedaye erdê pişta te
Ne hewceye ez bêjim,jixwe, dost û dijmin bi te dizanin.
Belê raste..Li pişta te hate çikandin îro, xencerek jengarî
Bi destê xwefiroşan dîsa,wan xaînên gemarî
Sed caran fedîye û nehsed caran zêdetir şerme ku
Ez êdî, ji wan re bêjim xwişk û bira,yan,hevwelatî.
Gava te nabînim li tenişta ala rengîn,bi kolos
Ez ne ezim , firdayîne hest û hewesê min
Perşikestî dimînin xeyalê min di şevên dûr û dirêj de,
Ez bê hêvî û dilsar dibim ,ji kimtêlên Zagros.
Darhejîrên Şeqlawa niha bê şalûl û bilbilin.
Şevşevok û Totî naxwînin li kulîyên dara
Tu carî ,wiha nemabun bêdeng çîya û banyê min
Bêdengî nûçeyek payane herhal ji bo dilê min.
Gava te nabînim,roj li ber çehvên min reşin
Û ez di nav girseyan de,serliberek bextreşim.
Gava te nabînim,dinya li min dibe zîdan,
Ez tê de wekî bendeyek bêpergal û nexweşim.
Li çîyayê Qorê balindeyek birîndar, dike hewar
Dil didest,nefes li du nefesê, diqîre dijwar
Wekî tavîyê baranê digrî pêre gelîyê Berzan
Û ezê reben, awazek melûlim li gund û bajaran.
Bese êdî malava,te evqas derd hiştî bêderman
Gel li benda te ye, were meydanê,tuyî şahê siwaran.
Gava te nabînim,wekî berê,li ser textê sera serê
Her wekî bêzar û bê ziman mabim li darê dinê.
Herkes li me dike lome,dost û dijmin bi gazin û gilî ne
Dert hebi helbet derman jî heye,li bilindahîya çîya binêre
Van rojan,xwelîya dinyayê dirje serserê min,bendeyê zemanim
Ez ne dibînim û ne dibîhîzim, dibêjî qey kerr û lalim.
Keyan…. te carek di dilê me de qaîm sing vedaye
Em jidil bawerin,tac û text fêkîyê destê te ne,
Tengasî derbas dibin û diçin,ku ser u dilê te bu rihet
Gelê Kurd li Şengal û Kerkûk, bendewarê te ye.
Te çendîn serdar û berdaran,dîl girt û berdest kir
Ji text û paytextên wan anî xwar,heyf û tola me hilgirt
Em bi ext û bextê te bawerin, bêguman,mîna her car
Mexmûr û Xaneqîn dinalin,şerme,bila nemînin li bin dar.
(05.11.2017)
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:14:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!