GAZİN
Mirî,bê kefenin,
Bê gor û goristan
Hewar û gazîya birîndaran bilind dibe ji erdê,
Ax, fedî dike.
Piştevanên zilmê kofîxwarin
Ji ujdan û merhamete bêparin.
Bê pişt û pal man kal û zaruk li berîya Şengalê,
Keç û jin hatin firotin li ser dezgeyên bêdadan,
Wey rebîyo evqas derd û bela, ji kuve tê.?
Qelsemêran sengerê xwe berdan
Bê parastin hiştin qewmê te,
Jibîr neke,
Piranî ji birçîyan mirin bab û kalên te,
Binere,dîrok dubare dibe
Dîsa xewnên te nîvço man,xeyalên te li bin pê;
Perçema miravatîyê sernizme li pêşberê te
Bêhnekê şermezar jê tê;
Rojek heye ku ev hisab were pirsin
Ew roj, bivê-nevê wê bê…
27/08/2014
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:25:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!