GAZİN
Mirî,bê kefenin,
Bê gor u goristan
Hewar u gazîya birîndaran bilind dibe ji erdê,
Ax, fedî dike.
Piştevanên zilmê kofîxwarin
Ji ujdan u merhamete bêparin.
Bê pişt u pal man kal u zaruk li berîya Şengalê,
Keç u jin hatin firotin li ser dezgeyên bêdadan,
Wey rebîyo evqas derd u bela, ji kuve tê.?
Qelsemêran sengerê xwe berdan
Bê parastin hiştin qewmê te,
Jibîr neke,
Piranî ji birçîyan mirin bab u kalên te,
Binere,dîrok dubare dibe
Dîsa xewnên te nîvço man,xeyalên te li bin pê;
Perçema miravatîyê sernizme li pêşberê te
Bêhnekê şermezar jê tê;
Rojek heye ku ev hisab were pirsin
Ew roj, bivê-nevê wê bê…
27/08/2014
Kayıt Tarihi : 29.12.2014 20:43:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!