Nav berê min de jan û birîn e
Ser axa min de gazî û qêrîn e!
Ez ber gullan ez ber topan im
Axa min de hewara kurdan e..
Hewar hewar daê dîsa hewar
Agir me barandin war û war
Mije û dûmane li me şewat e
Me tevkujiye hewar û hewar!
Hatin gur bi wawîk tev hatin
Ew hemûyan jî tim zordestin
Şerm û fedî rêya rastî nizanin
Ew rom in ew ereb û ecem in..
Neyarê min xayîn û mêrkujin
Nav barê wan de tank û topin
Ew bêbext in tim bêwijdan in
Hemû jî dijminên xwînxwarin!
Ev çi hale ev çi rewşe ser min
Feryad û fîxan xistin nav min
Di dîsa çep û rast min dikojin
Dîsa jî zor û zordestî didin min
Ez bingeha jiyana dinyaê me
Dergûşa şarezaya cîhan ê me
Ez gulan û gîyana dihewînim
Ez bihurka ronahîya azadîyê me
Hemû gelê welatan min dizanin
Şêmûga zanyarîyê me bizanibin!
Neyarê min hun dev min berdin
Ez Kurdîstan û ez axa kurdan im
Ez Hewlêrim can ez mihebet im
Ez serîhildan û ez berxwedan im
Ez Dêrsim ez Dilok ez Amed im
Ez welatê gelan û axa kurdan im
22.06.2009
yildirim
Kayıt Tarihi : 25.6.2009 14:38:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/06/25/gazi-u-qirin-e.jpg)
ew ji dile te helbestwan û ew ji helbest denge welate kurdan...
silav bê...
Hawar, hamar a me kûrdana
Li jorda tı Kirü kurü teyarana,
Lı jırda tı te kîra kîra, zarukan,
Hamara daiku bavane
Ev ferman tev da lı serê me Kûrdane
Gelêk Sipas kekê Meheme
TÜM YORUMLAR (8)