Gava tu çû bêhna te li vir ma
Hejîm, pişt re bi pey te ketim
Sterk diçurisîn, dengê be di kete guhe min
Wek birûskekê dijenîm, û negehîştîm te
Tu bi asiman ketî bû
Û tarîya di bêdawî de dile min diteqî
Gava tu çû
Pejna te jî li vir ma bû û olan dida
Dinalîm
Mina welateki dagerkirî
Wek bajareki kavil
Di gwîna min de kund dixwand
Xeletiyekim, bi xem û xewnên saw
Nikarim biedilîm edî, nava xweberoşken kambax de
Bi dileki sotî û sewî
Xwezî li ba te bûma anha
Bo xatire xwe, te gulek bida
Û min pelgên gule ser dile xwe de kira
MEHMET SÖĞÜT
Mehmet Söğüt 2Kayıt Tarihi : 24.5.2018 19:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!