demek mîna her roj
ne dûr ne nêzîk
ne piçûk ne mezin
gav mîna her gav
dil mîna her dilî
pê hestim bar li ser vî milî
berjêr û beroj
şev û roj
ber heyvê û ber tavê
li mal û li xerîbîyê
dilêm xemgîne ji kesên bê kes re
çavên min digerin kesên belengaz û bin dest
her tim dirimim
û her tim amade me
ji paravkirina min a ku çik jî hebe
ne tenê ji min re
bila hebe hemuyan re
ku ne tenê ji min re be
naxwazim wê hebûnê
ez tu ew
em wun ew bi hev re
jîn xweşe bi wekhevî
tarî û zilmatî bila holê derkevî
lê ger min tu zanîbu
ku tu jî min zanîbî
lê wê demê rindî bimîne
mala xwe barke xirabî
mîna destpêkê de got
demek mîna her roj
ne dûr ne nêzîk
Kayıt Tarihi : 14.2.2010 12:52:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!