Xwedayê min! Bi litf û kerema te dara vê milletê hêşîn e.
Ji kerema te ev millet hê jî dikarin bijîn.
Xwedayê min! Îmkana tevgêr û xwe daweşandinê bibexşîne milleta Îslamê
Dilê Hz. ‘Elî, sedeqet û îxlasa Hz. Ebu Bekir bibexşîne
Tîra eşqa Muhammed di dilê vê milletê de çik bike.
Ji nû ve de daxwaza hakimbuna cîhanê di wan de hişyar bike.
Rojhilat û rojava ê Xwedê ye
Bakur û başûr jî
Bi qudreta wî her tişt
Di nav derya aşîtîyê de diherike.
Ew Rehman û Rehîm e
Rizqê zaliman, fasiqan û mu’mînan
Ez evdal û pepukim, bum rêwî û eware
Ji ber evîna yarê, dilê min pare pare.
Ji ber eşq û narê wî, dilê min zare zar e
Ka xeberê bişînin, derd ra bibînin çare.
Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Hemalê êş û kederên sala me.
Gulle, berê herkesî, min dibîne,
Û berê herkesî, dest û pîyên min diqetîne.
Bombe buye pêlîstika min
Birçîbun qedera min e.
Gelî şêx û sofîyan ma bi wird û bi zikir
Gelo zulim radibe hinekî ka bifikir
Ne rêbere pêxember, wî çi dikir li Bedir
Bi tekbîr û selewat ma wî qe şer nedikir.
Êdî ez xem û kederan, di dilê xwe de dinexşînim
Bi kilamên dengbêjan û lorîkên dayîkan
Di bin barana napalmê de
Ezê di ber goristana şehîdan de derbas bibim
Di nav bêhna kîmya û dermanê zulmên de
Helbestekî ji diroka xwe ya bêsiûd re bixwînim.
Îro erd û esman jehr û ziqumê dibarîne di serme da
Esman buye sifrê helandî
Erd giloka agir
Û em di nav çala agir de
Diperpitin.
De ka rabin Kurdê ciwan, binêrin hûn li dora xwe
Weka Silhedînê Eyyib, li dinê xin hûn mora xwe
Binêrin xelk gîhîşt hîvê, hûn hê hêsîr û bindest in
Xelk li esmanan digere, li warê xwe ne serbest in
Min got dilber, ma tu jî evîndarî ?
Got lo dîno, berê te min dil kewand
Min got bêje, ji min ra tu dildarî?
Got lo dîno, min hêsrên çavan qedand
Nizanım ezê kula dilê xwe çawa ji te re bibêjim
Kesera dilê xwe çawa ji te re birêjim ya Resulullah
Nefsa min a şeytanî ku tofanên anîye serê min
Di nava gunehên bêbinî de min difetisînin.
Bi çavên xwe yên gunehkar
Bi dilê xwe yê hesûd
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!