Erê dayê metirse vame ha tim!
Wekî roj im niha vame hilatim!
Ji bo ko te ji dest dijmin derênim
Wekî Zab û Ferat im, kêferat im
Dixwazim derkevim şax û zinaran
Li ber dijmin wekî lat û kelat im
Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
Ku ez hatim wekî Zab û Ferat im
Didim ber xwe hemî sermayedaran
Wekî şap im di Sîpanê Xelat im
Ji dostan re hemî pertav û ronak
Ji dijmin re wekî ar im, şewat im
Ji bo jar û belengazan bihar im
Ji bo har û neyaran ez şibat im
Li tarîxê binêrin ez kuda me?
Xwedi eywan û birc û pût û lat im
Ev im ez, lê di bin destê neyaran
Eger rokê ji xew rabim du qat im
Li ber pozê neyaran xurtemêr im
Ciger-xwînim, fidakarê welat im.
Cigerxwîn
CigerxwînKayıt Tarihi : 3.3.2005 20:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
