Reşaniyek cîhanê heye
Şîniyek wê
Yek jî sor
Di domandina rêya rojên pêşerojê
Berî wê Ferînaz
Hinek Berîtan’e di avhewaya hêviyê
Lîland, qêrîna xwe li çiyan xist
Xişma xwe xist dengê me
Navekî janê heye
Dîrokek wê
Yek jî çîrokek wê
Dema asîman di ewrbuna rojên biharê
Paşê wê Ferînaz
Mezin dibe di helbestên me
Ne sînor qut dike zimana
Ne jî bêdengiya çavên kor
Şerekî jinê heye
Rengekî wê
Yek jî xweşikbuna wê
Di rojhilata rojên gulanê
Niha Ferînaz
Nasnake xiyanetê
Di şibaka dibe çiwîk
Dirêj dibe asîmanên azadiyê…
(07.05.2015)
Engin AvaşînKayıt Tarihi : 26.9.2015 18:09:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Engin Avaşîn](https://www.antoloji.com/i/siir/2015/09/26/ferinaz.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!