FERÎ / DO
Ferîdo,
Dema ku ez
Kolanên aram dibinim
Ku dengê xwe firotine bêdengîyê;
Tu têyî bîra min,
U ew zarê te yê şîrin
Her tim li bîramin e her wekî do.
Ferîdo,
Ez baş dizanim ku îro,
Em ne li do dijîn,
Lê çî bikim ,min daye dû xeyalan
Ber bi deryayek bêbinve diçim
Ez ketime pey serborîyan;
U xeyalên te li ber çehvêmin in
Her gav mînanî do..
Ferîdo,
Ez di ayaza şevek
Payîzê de rastî te hatim,
Tu bi yek didarek buyî serdila min
U min textek çêkir ji te re,
Di dilê xwe yê melül û xemgîn de;
Henek û yarîyên te
Hê jî di hişê min dene
Bawer bike fenanî do…
Ferîdo,
Dema ku raz pêşî girtin
Li helwest û nîyazan,
Dile belengaz di nalîne
Dike fixan û awazan
U evîndar bêzar dibe ji nazan
Bejin û bala te liber çehvê min e
Her wekî do…
Ferîdo,
Niha ez fenanî pepûkek
Ketime şîn û giryanê,
Lewra bêparim ji hilma nefesa te
Lê şik têde tunne
Îro jî evîna te di dile mine ferîdo
Mînanî do..
Ferîdo,
Tu dizanî
Min vî navî jibo xwe li te danî,
Lewra min çiroka wê ji te re gotıbu
Ku Ferîdo dildarek bu li gundê me
Belengaz û rebenê dile xwe;
Qet ji bîra min naçe,
Her li ber çehvê mine surete wê wekî do.
Ferîdo,
Eger mecal û mefera min hebuya,
Minê destê xwe bavêta çerxa cîhanê
Berbipaş bizivranda rojên bere
Niha di hisreta didara te nivzîdî me
Çehvê min li wê rojê ye ku
Deste min bigrî mina do
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:22:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!