Zeman min re derdistan e
Xerîban re gulîstan e
Yar napirse ka çawa me
Ez digîrîm bi derdan e
Kula zalim, derdê zalim
Derya kûr e, ez dinalim
Bê yar, ez wek pûş û pal im
Ba min dixe ez bêzar im
Yar kubar e, pir jî zane
Ew min dûr e, dil xizan e
Yar carekê min binêre
Mirin ji bo min derman e
Xerîban re her dem cejn e
Sal û zeman min aran e
Dilê min de, xem û kel e
Felek, dostê bêbextan e
Feleqa reş, bextê min e
Qîr û qetran roja min e
Benda yar im, yar ma li ku?
Dilê min her dem bi fîxan e
Mehmet Çobanoglu
11.03.2026
Stenbol
Kayıt Tarihi : 11.3.2026 02:03:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!