li nav toza jiyana xopan
tawanbar hatim dinyaya
virek û gurî
li navbera parzemînên giyan
ba û bahozan nalenal e
erd û asîman
lerizîn
dar û daristan
rizîn
heyv û stêrk
di axîna çirûskên rêgeha xwe de
gevizîn
newal û robar
qelişîn
çiya û kevir
qefilîn
dem û demsal
werimîn
mûyên serê temenê bêbext
rûçikîn
kaniya şerbeta eşq û hesretê
miçiqîn
silavên roniya beyanan
di xezeba ewrên bixof de
perçiqîn
neynika evîna dilê xeşîm
şikest
şewqa çira odeya hestên şîrîn
vemirî
ramûsanên xunava lêvên şermok
kevz girtin
hêlîna beytikên gulîstana kesk
herifî
ji şevên tenetiya kambax
firmêskên şewata nalînan
diniqutin
ji lehiyên westiyayî
qêrînên xerîbiyê diherikin
aramiya biharên rengîn
li nav pêlên çarenûsa pûç
wer bûn
hêvî û xeyal
di konçala dewranên genî de
fetisîn
stûna koşk û serayên pişta ciwaniyê
telişî û hilweşî
hezkirin û bêrîkirin
li ber bareşa feleka xayin
têkçûn
şev
di kirasê xemgîniya kor û lal de
vediciniqe
roj
li tenîşta giyanê tevzînok
ketin xewa tiraliyê
2009-02-08
Stockholm
Kayıt Tarihi : 5.1.2016 12:52:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)