Felaka zordar, tu me re bêbextî
Tu caran agir bi caran jî zextî
Bi ser welatê me û axa me de
Çima me re mirineke bêwextî?
Me Kurdan re derd û kul, keser maye
Çima ev cîhan mal û mulkê te ye?
Felek, te ji me re gul-kulpik nehîşt
Lolo qe mafê me Kurdan tune ye?
Xwezî jan û êş me re tunebûya
Bi her dem li me re ronahî bûya
Çima roj û çima şefeq naê xuyan?
Xwezî şev û xwezî tarî nebûya
Çima erd û ezman me re bêrenge?
Bi salane me zilme me cenge
Lo felek destê xwe me vekişîne
Komgujîya me ye! Cîhan bêdenge
Ji bo azadî ya gelê Kurdane
Xort û keçên me rabûn, bi hevrane
Hemû bi dest destan û mil milanin
Ji ser wî ye alarenhîn heldane
Mehmet Çobanoglu
16.11.2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 15.11.2019 16:12:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!