Fêkîyên Qedexe Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Fêkîyên Qedexe

Derbas nabe,ev jiyana sextekar
Hatin û çuyîn li hev alîyan
Xwe şuştin bi ava quretîyê
Rista xwe lîstin bi pisporî
Li du xwe hîştin
Pencera xewnerojkên hêşîn

Qesra ji xemê hatî avakirin
Bu armanca tîra jehrê
Ker dikir dengê ji kolanan dertê
Dipîvim bi gav’an peyarê
Silav ji tere ya şeva bêguneh
Çima hemî rê li ber min hatin girtin?
Û girîna dayîkan dilerizandim wek tora nav avê

Sar dibe liser lêvên min pirsên te
Vedişêrin xwe nav sixletîyê de bersîv
Xwe avête stargeha evîndara
Hemu rê li ber min bune civ
Hemu çem li pêşîya min kûr bun
Rê nedan hemu çîyayê bilind
Tenê bume mêvan,
Li xanîyê bedena yarê

Ji nêrînên min direvin ji porên hunayî
Dixujike di bin pîyê minde axa pîroz
Li stuyê min alîya wek marên kuştî
Liber digre ava şerabê
Dem çawa giran dibuhure
Ez çawa kerixîm ji gotinên teyî derew
Tu tişt namîne li du min Ji bilî çend dilop xwîn
U nav ruhê dara bîyê de xwe vedişêre

Min van çavên xwe werîs’ê darvekirinê dît
Kete stuyê gîrtîyê evînê
Û nav qêrîna de bu sonda zeytunê
Silav ji were dilsozno
Bi saya we rizgar bun
Bi saya du evînadar ‘a rizgar bun
Ji tofana Nuh…
Derewker pirin,hilnayên li keştîye
Kî bawer bike ji dara hêjîrê
Û fêkîyên qedexe…

26.02.2014

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 27.2.2014 08:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş