Fedîzara'm Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Fedîzara'm

Roja min bi şev guherand
Lê xew nayê fedîzara'm
Xweşî bi reşî wergerand
Hedan nayê fedîzara'm

Dem bi tenê herî bûrand
Kû de çûyî fedîzara'm
Heçî şadî li min fûrand
Mal wêran kir fedîzara'm

Rayê dilê'm te derizand
Dema çavên te di mêzand
Warê dilê min lerizand
Dema çûyî fedîzara'm

Havîn kirîye zivistan
Berf dibarê fedîzara'm
Zevîya war kir lehîstan
Bax talankir fedîzara'm

Min di got qey tê bibe bûk
Xweda neyînî serê çûk
Siûd li min gelek çirrûk
Hawar hawar fedîzara'm

Li ku dever mêze bikim
Te dibînim fedîzara'm
Gelekî pir bêrî dikim
Ji min çûyî fedîzara'm

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 16.12.2024 23:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!