Fasila du gotinan;
Ji nav rojên çûyî,
Wextên me yên bêpayan
Demên tu pergî min dibûyî
Li ber dîwarên sar
Di bin hilma felekê de
Bi dileke evîndar
Gotin dimirin di nava me de
Li goşeyên cemidî
Hilma cigara me nîvî dikişand
Û berfeke hûrik dibarî
Bi ser me de serma diweşand
Ji bo fasila du peyvan
Vereviyên min û te heval
Evîndarên dizkî û bêpayan
Mîna pezkûviyên bêmal
Du dilên li ber qeşayê
Têde germa havîneke geş
Du dilên ketine tayê
Ji bo fasila demeke xweş.
Berûkên me ji çilê sartir
Xemên me ji kulîkên berfê himbiztir
Dostê me fasila du gotinan
Neyarên me ji xîzê pirtir.
Lepikên me hilhilî
Pêlavên me av-vexwer
Li ber dîwarê kavilekî
Cil û bergên me bêserûber
Ji bo fasila du biwêjan
Me hin ber xwe dida
Lê dawiya hemû vîrajan
Te tîra bijehr li min dida
2002-12-09
Kayıt Tarihi : 15.9.2004 13:45:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ömer Dilsöz](https://www.antoloji.com/i/siir/2004/09/15/fasil-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!