Farqin Helbest Şiiri - Rezan Farqin

Rezan Farqin
59

ŞİİR


4

TAKİPÇİ

Farqin Helbest

Farqîn gelek caran axîn û nalîn
Hewayeke xweş û biharîn
Hem gund e hem jî bajar
Dijîn tê de mirov liderdora pêncî hezar

Lê tê jiyîn çar demsal
Xweşbûna wê nayê gotin bê emsal
Weka bûkeke bi bejn û bal
Xwezî derbasnekiribûya ewqas halan û talan

Hezar sale nehatiye ji bîr kirin ziman
Lê tê axaftin zimanê dayikan
Jiyan bi kurdî û bi kurmancî ye
Çi xweş e zirara kê pê hatiye
*
Badikî, Boşatî, Xerzî, û Xî
Bi hev re dijîn bi cîranî
Carinan li hev dixin bi mêranî
Lê destên wan ji hev û du nabe bi tu awayî

Rezan Farqin
Kayıt Tarihi : 6.2.2019 11:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rezan Farqin