Ezim Dost û Yar Şiiri - Kazım Özdemır

Ezim Dost û Yar

Gul û kulîlk, sosin û beybûnên min li devê çeman
Mêrg û çîman, bax û bostanên min li deşt û banîyan Berfa zozanên mim avên cemidî dertîne ji kanîyan
Wek bûka xemilandî kesk û sor û zer ezim ey can

Bin erda min dewlemend e, kanîyên cewherê niftan
Ser axa min wek zêr e her derman heye bo miletan
Van neyaran anîn serê min gelek xirabî û sosretan
Mehrûm hiştin jin û xort û keçên min ji van nametan

Li ser min zilim xilaz nabe bê bext û bê îmanin zilimdar
Dewlemendîya min ji xwe ra bir, gel bin dest hişt koledar
Min perçıqandin di bin solên xwe da dilê min tim birîndar
Ji zarokên xwe lêvîya xilazkirina xwe me bi dilek hêvîdar

Destên xwe bidin hev gelê min, ewladên minê xebatkar
Win tim dijî hev bûn niha dema azadîyê ye bibin yek ev car
Roj roja we ye min azad bikin ji bin destên zalim neyar
Ez, welatim, ji bo we her ezim dayîk, bav, kal, dost û yar.

Elmanya: 21. 12. 2007 / 01.45 û 17.00

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 21.12.2007 18:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazım Özdemır