Ezım Şiiri - Mazlum Bedri Kırbuğa

Mazlum Bedri Kırbuğa
2

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ezım


Heybeta baxê sorgulan û kulîlka deşt a dilan
Her bi qêrîn a bilbilan, Melayê Cizîrî ezim

Ji ber bask ên şîn û belek, gerîyam çiqas gelek
Carek min nedît felek, Feqîyê Teyra ezim

Serkêşê evîndar an û bilbilê dost û yaran
Dîrok a pîr û kalan, 'Elî 'Herîrî ezim

Li çol ên germ û bê dar, dil şewat im bo Leyla
Bume evdal û hem jar, Mecnûn ê bê deng ezim

Li Botan ketim şînê, ji hisn û cemalê Zînê
Li zindan a evînê, hewara Memê ezim

Jîn daye Mem û Zînê, gelek pê ketin xemê
Nîşanî da qelemê, 'Ehmed ê Xanî ezim

Dinya 'alem bu xeyal, şêlo bu av a zelal
Nemaye nanek 'helal, xerîbê dil jar ezim

Bihar a rengê zewal, nexweş û têhn û bê hal
Rêwîyê dol û newal, derwêşê pê xas ezim

Axîn a Xeca delal, li Sîpan dikim menal
Ruken a j'ava zelal, Sîyabend ê jar ezim

Xemrevîn in bo Bedrî, delalê min tu negrî
Li dîwan an tim qedr î, çengala mêran ezim

Mazlum Bedri KIRBUĞA
13.06.2013/ Silopî

Mazlum Bedri Kırbuğa
Kayıt Tarihi : 12.6.2020 19:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mazlum Bedri Kırbuğa