Ez Zarokım Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Ez Zarokım

Ez zarokim
ji hembêza dayîka xwe qetîyayî
Memikê deryayê dimijim,
û şirê mirinê vedixwim.
Ji min re digotin zarok namirin,
ew difirin bihhuştê.
Qesra ji wanre çêdikin ji yaqutan,
Cila wanre didirûn ji dirran,
Ji minre digotin;
ew dibin teyrek bihuştê,
difirin li ser hemî deverên pîroz.
Lê derew bun
Tev derew bûn
Tev derew bûn
Ji min re digotin; zarok namirin
Şîrê dayîka wan wek deryayê pêl dide
Tenê di şîrê dayîka xwede dixeniqe
Hembêz dike xîza qerexê deryayên bêbext
Dibe peyvikek ji helbestên hest cemidî
Ji minre digotin ma tu xeyîdî?
te pişta xwe daye mirovahîyê
We digot zarok namirin
Me û masîya qeder guhartîye
êdî li dewsa wan,zarokên mirî li qerexa dixin.
Ka jimin re bibêjin
Ger ku yezdan heye ev çi hale?
Ger ku jîyan pîroze ez çima mirim?
De werin bersîva min bidin
Ger ku zarok namirin lê ez çi me?
Ger hun kujer nînin lê kujerê min kîye?
Xwînxwarno;
de we digot zarok namirin? ...

04 Eylül 2015

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 4.9.2015 09:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş