Ez xezalim, xezala ber çemanim
Ez tim li nav kendan û ser çiyanim
Nêçîrvanan çavberdane canê min
Caran ber kêran, caran ber gullanim
Ez xezalim, ez xezala bextreşim
Ez bimirim û serê xwe jî daynîm
Lo nêcîrvano tu min çi daxwazî
Tu car ez bawerîya xwe ji te naynim
Zalim, zalim her dem bextê min reşe
Bi rojan û şevane ez şîndarim
Tu qenc nabe, ev kul û birîna min
Lo mêrkuj, li destê te birîndarim
Bêbexto, karxezalên min bendê minin
Were min nekuje, ez gula terim
Lo nêçîrvanê xwînmij û bêwîjdan
Lo zalim, zalim min berde ez herim
Nêçîrvano, zalim min neke nêçîr
Lo ez li xencera te birîndarim
Ax xwîn ji min dikişe şirik, şirik
Li min ez birîndarê berdîwarim
Mehmet Çobanoglu
26.09.2021
Stanbol
Kayıt Tarihi : 26.9.2021 21:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!