Ez Westîyam Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Ez Westîyam

Ezîza min;
weleh ez westîyam
ji vê jîyana derewîn
min qet tehm nekir
lêvek ji bextewarîyê
min gelek caran xwe wendakir
di nav sedemê kur
di nav êşên bê sedem

dipekin ji nav dilê min
birînên kew nagirtî
xwîn diherike ji hestên min
weke xwêdana kihêlek westîyayî
ji hevsarê xwe biqete

her-roj sed car derbas dibim
li ser pir a lêpirsînê
ji min tên pirsîn gunehên min
lê bi derewan be jî
ji bilî sing vekirina te ji min re
tu suc nehat dîtin

Ezîza min;
weleh ez westîyam
divê tu min vexwînî nav hembêza xwe
êdî melekê mewtê bang limin bike
pêsîra te ji min re bibe tirb
tu bawer be Ezîza min
çêtire ji koşk û hemû qesran...

31 Temmuz 2018

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 31.7.2018 09:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş