Ez Welatê Kurdanim Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Welatê Kurdanim

Ez dengê gelanim,xule xula avanim,
Çem û kanyan de dikişim wek dilan;
Salane ez heme,dîroka min jî kevne,
Bûyûna Azer,mirina Nemrut diznim.

Ez li Ararat’ê tofana Nuh xelaz bûm!
Ez Gilgamiş bîrnakim bajara Uruk ê,
Wê çaxê heval û hogirê wî Engîd bû;
Wêranşar’ê de gora Hz.Eyûp tunebû.

Ez xeyidîya Hz.Berhîm jî hê dizanim,
Rokjekî ji rojan rabû kete senemxanê,
Hemû senem şikand ber Nemrut revî!
Riha’ê bar kir çû nav êl’a Bedewî’yan.

Ez hatina daîka Hz,Îsa jî qet bîrnakim,
Bavê wî Îmran navê wî jî Meryem bû;
Destê Cihudan de revî hat hêla Rîha ê,
Digot:ev axa welatê Kurdan pir xweşe.

Hezar heftê yekê de Malazgir bû derî!
Selçukyan hatin bûn mêvanê Kurdan,
Şerê Îsmaîl-Yavuz de jî Îdrîs’ê Bîtlîsî,
Hate xapandin û bû neyarê gelê xwen.

Sûmerîan-Akadîan,Babîlîan û Asurî..
Şedadîîan,Merwanîîan û Med hebûn;
Selahattîn Eyyubi fermandarekî xurt,
Dê û bavê wî hêm jî eslê wî Kurd bû.

Hezar nehsed çel bênca de Muhabad!
Pêk hat û bû dewleta Kurdan lê belê,
Qada Çarçirê jî bû qeda serê Kurdan,
Farsîan jî Qadî Muhammed dardakir.

Û Mele Mistafa Barzanî jî leheng bû,
Mêrê mêran,mêrxasê gelê Kurdan bû;
Serhildana Şêx Seîdê Kal jî mezin bû!
Û pîr Seyîd Riza jî dozvanê Kurdan bû.

Navberê minde bajar û bajarok,gund,
Deşt û zozan,mêrg hêm jî zevî henin,
Amed,Dêrsim,Muş,Wan,Riha,Laleş’e;
Cejna Newroz’e bo min tê pîrozkirin.

Ez welatim ez her tiştê we pir dizanim,
Ser min de çemê Erez,Firat û Dîcle ye..
Li min Qendîl’e Ararat e Kurdîstan’im.
Kurdîstan navê axa welatê gelê kurdane

21.05.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.5.2010 20:19:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Sinan Karakaş
    Sinan Karakaş

    Xeşi bı bra dılu kelemı hevalamın.Niviske baş nivisandiye, piroz dıkım, Slavu rez

    Cevap Yaz
  • Saadet Sandıkçıoğlu
    Saadet Sandıkçıoğlu

    Bende...sizi anlamak isterim...şiirlerinizi tercüme etmezseniz,nasıl anlayacağiz...sağlıcakla kalınız...

    Cevap Yaz
  • Kralkız Gül Eser
    Kralkız Gül Eser

    bu siiri ve icindeki duygulari anlamayi cok istedim ... sevgiler kralkiz

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (3)

Mehmet Çobanoğlu