Ez Û Tu Şiiri - Dilbirîn

Dilbirîn
8

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ez Û Tu

Gula biharan tu yî
Sorgul û reyhan tu yî
Ji dil re derman tu yî
Ceger kir biryan tu yî

Ê dilşewitî ez im
L’ zindanê girtî ez im
Dil bi kul, nalîn ez im
Fîxan û gazîn ez im

Cejn û newrozam tu yî
Şewq daye cîhan tu yî
Kuştim bi çavan tu yî
Bédîn û îman tu yî

Béruh û bécan ez im
N’çar û perîşan ez im
Dane ber topan ez im
Heleb û Koban ez im

Xweşik û narîn tu yî
Gul jé dibarin tu yî
Lév ji şekirîn tu yî
Dua û amîn tu yî

Li çola péxwas ez im
Aşiq û gernas ez im
Matem û hem yas ez im
Dilbirîn İlyas ez im

Dilbirîn
Kayıt Tarihi : 7.8.2012 09:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Dilbirîn